TIRŞIK.NET
Emê îroj danasîna ferhenga înteraktîv ya Kurdî bikin. ji xwe yekemîn û tekane
ferhenga di vê qadê de
tirsik.net e. di vê qadê de çend
hewldan çêbûn, lê belê ew jî nîvî tirkî-nîvî Kurdî bûn. Tirsik.net ev 8 sal e bênavber li kar e.
ferhenga înteraktîv çiye?
ferhengên ku hemû kesên bûne endam karin mijarên nû vekin an mijarên berê hatine
vekirin pênase bikin, fikr û ramanên xwe yê di derbarê wê mijarê de vebêjin.
yanê ferhengên ji herkesî re vekirî ne. herçî ê ku zanînek wî di derbarê tiştekî
de hebî, li gor
formata ferhengê kare lê
tomar bike.
Tirsik.net malperek çawa ye, em ji devê wê bixwînin;
Tirşik.net malperek çawa ye? Tirşik ferhengek înteraktîf e. Ferheng e, ji ber
ku tê de ji bo tişt, peyv, bûyer û kesan, pênasên ferhengî hene. weke mînak
bacan çi ye, murat batgi ki ye û hwd. Înteraktîf e ji ber ku herkes dikare
bibe nivîskarê tirşikê û tiştên nû li tirşikê zêde bike. Di tirşikê de ji bo
her tiştê "mijar"ek dikare were vekirin û nivîskarên tirşikê (tirşikvan)
derbarê wê mijarê de pênasan dikin û şîrove/rexneyên xwe dikin. ji bo vê yekê
tu astengî tune, tabî heta ku nivîskar di binê mijaran de dijûn li hev nekin.
ji ber ku tirşik ne forum e. li vir her tişt li gor formata tirşikê tên
nivîsandin.
Tirsik.net armanca xwe bi vî rengî daye xuyakirin;
Armanca tirşikê çi ye? Armanc ne yek e. Gelek armancên tirşikê hene. Tu
dikarî vê mijarê bixwînî: Armancên Tirşikê Em dikarin hinek ji van armancan,
wisa rêz bikin; 1- Di înternetê de çêkirina malperek xwerû kurdî 2- Bûna sedem
ku kurd li ser înternetê bi hev re kurdî binivîsîin û danûstandinê bikin. 3-
Da ku kurd nêrînên xwe bi hev re bişêwirin, hev rexne bikin û dawiyê de
yekitiya xwe pêk bînin. 4- Da ku li ser înternetê arşîvek wisa çêbe ku mirov
çi bixwaze, tê de derbarê wê de agahî, şîrove û rexneyên kurdî hebe. Yanî
ansîklopediyek kurdî û zindî ava bibe û piştî salan zarokên me bikarin sûdê jê
wergirin. 5- Da ku zimanê kurdî ya nivîskî û ya rojane/axaftinê nêzikî hev
bibin û standartîzasyona zimên xweştir bibe. 6- Da ku gotinên pêşiyan, çîrok,
stran, mamik û hwd. kurdî wenda nebin û li cihekê werin tomarkirin û parastin.
7- Afirandina peyv û bêjeyên nû: peyv û gotinên ku tirşikê derxistine 8-
Parvekirina tecrûbe û agahiyan. 9 û hwd...
Hûn çawa karin bibin endam û nivaskarê tirşikê û zanîna xwe li ferhengê zêde
bikin?
Mirov çawa dikare bibe endam/nivîskar/tirşikvan? Ji bo ku di tirşikê de bibî
nivîskar, divê tu ji
rûpela endambûnê
forma endambûnê tije bikî û bişînî. Piştî ku tu bûyî endam mafê te heye ku tu
10 peyaman binivîsî. Piştî ku te peyamên xwe nivîsand, wê moderatorên tirşikê
peyamên te kontrol bikin. Ger peyamên te bi kurdî bin û li gorî formata
tirşikê bin, wê nivîskariya te were erêkirin û êdî tu wê bikarî gorî kêfa xwe
lotikan bavêjî.
ji bo kesên bibin endam û naverokê baş binasin, ji aliyê rêvebirê malperê
vîdeoya bikaranîna tirşikê hatiye amadekirin.
"wê her kurd rojekî tirşikê tehm bike."
YanıtlaSil-peyamber simurg56
:)
Bêgûman birayê delal:)
Sil