Kayıtlar

Jiyana pêxember Mûsa

  peyamber an pêxembereke ku ji qewmê cihûyan re hatiye şandin. di Quranê de herî pir navê wî derbas dibe. di sûreta Bakara de gelek caran behsa wî tê kirin. Xwudê giravî tê gotin Fîrewnê Misrê an go keyê Misrê di xewna xwe de dibîne ku zarokek cihûyan çê bibe û keyitiya wî bi serê wî de xera dike. ji loma fîrewn -an Ramsesê niza çenda 1 bû 2 bû nayê bîra min- leşkerên xwe dişîne li ser cihûyan û çiqas zarokên lawik yên nû bûyî û pîrekên ducanî hebin teva di şûr re derbas dikin. lê wê demê diya Mûsa wî dixe nav kelekekê (sindoq) û bere nav çemê Nîlê dide. ew kelek diçe heya cem qesra Fîrewn. jina fîrewnî Mûsa dibîne û wî ji xwe re dibe qesrê û wî xwedî dike. ( erê erê eynê weke wî fîlmê cino yê ku di dema bîzansiyan de kişandibû) Mûsa her diçe dikemile û mezin dibe. ta ku dibe xortek qerase.  rojek ji rojan Mûsa dibîne yekî cihû û yekî qibtî ( niştecihên misrê) şer dikin. dibîne ku yê qibtî zora yê cihû dibe. mûsa jî bê ka bi qeweta xwe nizane ( dibêjin bi ...

Nêrînek cûda li ser Kurdên civata tiktokê

Resim
   li vê sepana tiktokê vîdyoyên kurt lê tên barkirin ku kurdên me yên tirkmanc li vê dere xwedî gelheyeke qerase ne. dema min wê grafîka rêjeya axaftina kurdî li bakur ya ku ev çend roj e li twîterê tê belavkirin dît, ev serê sê roj e, min jî nêt kir ku xwe bere nav civaka gelê me yê tirkmanc bidim û li gor xwe lêkolînek civakî û sosyolojîk bikim da ku hal û wextê kurdan yên ku rêjeya axaftina zimanê zikmakî daketiye heya bi %20î hîn bikim. ji loma platforma herî guncaw ya ji bo vê lêkolînê tîktok bû. min rabû ji xwe re hesabeke sixte vekir û ketim pey şopa tirkmancên me. lê belê dîmenên ku min dît qet xweşa min neçûn. ez jî bûm weke wî xebatkarê tiktokê ku di darîkirin û tespîtkirina vîdyoyên ne li gor pîvanê tîktokê de dikebitî ku dozek tazmînatê li tîktokê tomar kiribû. çiku wî gelek vîdyoyên tacîz, destdirêjî, kuştin, komkuştin, fetîş û satanîstî darî kiribû û ev yek psîkolojiya wî xera kiribû. erê elawekîl ez ji vî camêrî xerabtir bûm. min bi sedan kurtevîdyo darî kirin ...

Kevirê Qoziya Dêra Ermeniyan

 Kevirê herî xweşik, pihêt û şahîk yê ku di avahiyê de tê bikaranîn e. wek tê zanîn Ermenî li Kurdistanê weke hostê kevir û dîwaran dihatin nasîn. Ermeniyan dema dêrekê, qesrekê an avahiyekî çê dikirin, kevirê pihêt û xweşik dixistin qoziya dîwêr. di dêr û qesran de hemû kevir şahîk û pehn in, lê belê di xaniyên şexsî yên feqîran de tenê yên qoziya karibûn şahîk bûna. ev teknîk di gelek avahiyan de heye. ger hûn li gundekî bi baldarî li xaniyekî bi keviran hatiye çêkirin binehêrin, hûnê binehêrin ku kevirê şahîk û çargoşe di qoziyê de ne.  belê ev kevir hingî ni nav û deng in, di kilamên dengbêjan heya di gotinên pêşiyan de cihê xwe girtiye. di kilama Seyidxanê Kerr de, di hurdema 3.53an de dengbêj xidirê omerî ji bo pesindayîna Seyidxan gotiye " tu kevirê qoziya dêrên Ermeniyaoo" herweha gotineke pêşiyan ya li ser vî kevirî hebû lê niha baş nayê bîra min. lê ez bawerim tiştek weha bû: "kevirê baş mirov dixe qoziya xaniyê xwe" ku ew jî beramberê gotina "des...

Deriyê Lîseya Galatasarayê

Deriyeke li ser Cadde-î Kebîr, Grande Rue de Pera, Îstîklal Caddesî ango kolana serxwebûnê ye. deriyeke dîrokî ye ku ji hesin hatiye çêkirin. derî ji du baskan pêk tê û bi alî hundir ve vedibe. li her du aliyê deriyê kolonên bi mermer hatiye çêkirin heye ku li pêş her kolonî 2 heb stûnê girover hene. li ser jora kolonan jî xemlek gilover ku dişibe denê dimsê heye. li jora derî weke nîvê tava ku tîrêj jê diçin heye û li nava tavê stêrkeke di hundirê wê de turaya osmanî heye. li bin wê tavê nivîseke osmanî dinivîse ku ji çarîneyek pêk tê. li binê vê nivîsê jî du heb logoyên borîzan heye. li binê wana du heb logoyên tîr û mertal heye. li binê wan du heb logoyên borîzan hene û li binê wana jî du heb logoyên şûr li ser hene. wê nivîsa Osmanî ya li ser derî, halê wê yê latînîzekirî weha ye: açildikça bu bâlâ kişla-î adliyenin babi, eder alkiş asakîr hazret-î abdulazîz han’a. bu yolda nevbenev asar-i kamîl şahîd olmaz mi, terakkî, şîve ve şevket abdulaziz han’a. yanê bi Kurmanc...

TIRŞIK.NET

Resim
Emê îroj danasîna ferhenga înteraktîv ya Kurdî bikin. ji xwe yekemîn û tekane ferhenga di vê qadê de tirsik.net e. di vê qadê de çend hewldan çêbûn, lê belê ew jî nîvî tirkî-nîvî Kurdî bûn. Tirsik.net ev 8 sal e bênavber li kar e.    ferhenga înteraktîv çiye?    ferhengên ku hemû kesên bûne endam karin mijarên nû vekin an mijarên berê hatine vekirin pênase bikin, fikr û ramanên xwe yê di derbarê wê mijarê de vebêjin. yanê ferhengên ji herkesî re vekirî ne. herçî ê ku zanînek wî di derbarê tiştekî de hebî, li gor formata ferhengê kare lê tomar bike.   Tirsik.net malperek çawa ye, em ji devê wê bixwînin; Tirşik.net malperek çawa ye? Tirşik ferhengek înteraktîf e. Ferheng e, ji ber ku tê de ji bo tişt, peyv, bûyer û kesan, pênasên ferhengî hene. weke mînak bacan çi ye, murat batgi ki ye û hwd. Înteraktîf e ji ber ku herkes dikare bibe nivîskarê tirşikê û tiştên nû li tirşikê zêde bike. Di tirşikê de ji bo her tiştê "mijar"ek dikare were vekirin û nivîs...