Kevirê Qoziya Dêra Ermeniyan
Kevirê herî xweşik, pihêt û şahîk yê ku di avahiyê de tê bikaranîn e. wek tê zanîn Ermenî li Kurdistanê weke hostê kevir û dîwaran dihatin nasîn. Ermeniyan dema dêrekê, qesrekê an avahiyekî çê dikirin, kevirê pihêt û xweşik dixistin qoziya dîwêr. di dêr û qesran de hemû kevir şahîk û pehn in, lê belê di xaniyên şexsî yên feqîran de tenê yên qoziya karibûn şahîk bûna. ev teknîk di gelek avahiyan de heye. ger hûn li gundekî bi baldarî li xaniyekî bi keviran hatiye çêkirin binehêrin, hûnê binehêrin ku kevirê şahîk û çargoşe di qoziyê de ne.
belê ev kevir hingî ni nav û deng in, di kilamên dengbêjan heya di gotinên pêşiyan de cihê xwe girtiye.
di kilama Seyidxanê Kerr de, di hurdema 3.53an de dengbêj xidirê omerî ji bo pesindayîna Seyidxan gotiye " tu kevirê qoziya dêrên Ermeniyaoo"
herweha gotineke pêşiyan ya li ser vî kevirî hebû lê niha baş nayê bîra min. lê ez bawerim tiştek weha bû:
"kevirê baş mirov dixe qoziya xaniyê xwe" ku ew jî beramberê gotina "destê merev bi don be wê di serê xwe bide " ye.
Yorumlar
Yorum Gönder