Nêrînek cûda li ser Kurdên civata tiktokê
li vê sepana tiktokê vîdyoyên kurt lê tên barkirin ku kurdên me yên tirkmanc li vê dere xwedî gelheyeke qerase ne. dema min wê grafîka rêjeya axaftina kurdî li bakur ya ku ev çend roj e li twîterê tê belavkirin dît, ev serê sê roj e, min jî nêt kir ku xwe bere nav civaka gelê me yê tirkmanc bidim û li gor xwe lêkolînek civakî û sosyolojîk bikim da ku hal û wextê kurdan yên ku rêjeya axaftina zimanê zikmakî daketiye heya bi %20î hîn bikim. ji loma platforma herî guncaw ya ji bo vê lêkolînê tîktok bû. min rabû ji xwe re hesabeke sixte vekir û ketim pey şopa tirkmancên me. lê belê dîmenên ku min dît qet xweşa min neçûn. ez jî bûm weke wî xebatkarê tiktokê ku di darîkirin û tespîtkirina vîdyoyên ne li gor pîvanê tîktokê de dikebitî ku dozek tazmînatê li tîktokê tomar kiribû. çiku wî gelek vîdyoyên tacîz, destdirêjî, kuştin, komkuştin, fetîş û satanîstî darî kiribû û ev yek psîkolojiya wî xera kiribû. erê elawekîl ez ji vî camêrî xerabtir bûm. min bi sedan kurtevîdyo darî kirin ...