Jiyana pêxember Mûsa
peyamber an pêxembereke ku ji qewmê cihûyan re hatiye şandin. di Quranê de herî pir navê wî derbas dibe. di sûreta Bakara de gelek caran behsa wî tê kirin. Xwudê giravî tê gotin Fîrewnê Misrê an go keyê Misrê di xewna xwe de dibîne ku zarokek cihûyan çê bibe û keyitiya wî bi serê wî de xera dike. ji loma fîrewn -an Ramsesê niza çenda 1 bû 2 bû nayê bîra min- leşkerên xwe dişîne li ser cihûyan û çiqas zarokên lawik yên nû bûyî û pîrekên ducanî hebin teva di şûr re derbas dikin. lê wê demê diya Mûsa wî dixe nav kelekekê (sindoq) û bere nav çemê Nîlê dide. ew kelek diçe heya cem qesra Fîrewn. jina fîrewnî Mûsa dibîne û wî ji xwe re dibe qesrê û wî xwedî dike. ( erê erê eynê weke wî fîlmê cino yê ku di dema bîzansiyan de kişandibû) Mûsa her diçe dikemile û mezin dibe. ta ku dibe xortek qerase. rojek ji rojan Mûsa dibîne yekî cihû û yekî qibtî ( niştecihên misrê) şer dikin. dibîne ku yê qibtî zora yê cihû dibe. mûsa jî bê ka bi qeweta xwe nizane ( dibêjin bi ...